Bê ewlehî û bê îstiqrariyên zav li Tirkiyê de li bereberê birêketina hilbijartinê li Tirkiyê
Tebax 31, 2015 12:29 Asia/Tehran
Hilbijartina parlemanê li Tirkiyê li halekê dê birê keve ku hema bê ewlehî û ne êminî li vî welatî didome.
Rojnama Cewan ya Têhranê li hejmara xwe ya îro bal kişandiye ser birêketina hilbijartina pêşwext li Tirkiyê û destnîşan kiriye ku siyasetên Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê hegera sereke ya bê ewlehiya nav vî welatî ye.Rojnama Cewan li dewama vê gotarê bal kişandiye ser siyasetên Erdogan li çarçova zêdekirina dengên AKP'ê û destnîşan kir; siyasetên Erdogan bona ku xelkê kurd yê Tirkiyê dengên xwe nedin HDP rastî işkestê hatiye.
Li gor vê raporê siyasetên dewleta AKP dijî PKK û îbtalkirina agirbesa di navbera PKK û artlşa Tirkiyê ji aliyê dewleta Enqerê bûye sebeba zêdebûna bê ewlehî û bê îstiqrarî li nav vî welatî.
Rojnama Cewan nivîsiye li rewşa ku AKP li hilbijartina parlemanî ya 7 Hezîranê nekarî korsiyên pêwîst bona pêkanîna dewletê bîne destê xwe, wisa diyar e ku li hilbijartina pêşwext jî AKP nikare korsiyên pêwîst ji bo pêkanîna dewletê bîne dest.
Piiştî ku AKP nekarî dewleta hevalbendî li nav Tirkiyê pêk bîne Erdogan serokkomarê vî welatî fermana birêketina hilbijartina pêşwext li 1 mijdara 2015 da.