taximeke Tirkiyê diçe Telavîvê
Tebax 31, 2015 09:06 Asia/Tehran
Taximeke Tirkiyê biryar e ku vê heftiyê bo cara yekim piştî êrişa sala 2010'ê bo hevdîtina tev rayedarên israîlî serdana Telavîvê bike.
Li gorî rapora rojnama Timesê, Israîlê piştî derbasbûna 5 salan ji ser êrişa leşkerên israîlî ser gemiya Mavî Marmare ya Tirkiyê li behra Mêdîteranê ku çalakvanên aştiyê tê da bûn, biryar e ku taximeke Tirkiyê vê heftiyê bi merema hevdîtina tev rayedarên Rejîma Siyonîst here erdên dagirbûyî yên Filistînê.Li gorî vê raporê, biryar e ku taxima Tirkiyê di vê serdanê da ku bi heceta çêkirina bajaroka pêşeyî li bakûra bajarê Cenînê li rexa rojavaya çemê Urdinê pêk tê, bi Eyûb Kara alîkarê wezîrê hevkariyên navçeyê yê Israîlê ra hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.
Gûn Sak serokê navenda lêkolînan a Civata bazirgan û Avakirên Tirkiyê serokatiya vê taximê dike.
Artêşa Israîlê di sala 2010'ê da êrişî ser gemiya Mavî Marmare ya Tirkiyê kir ku bi merema şikandina dorpêçiya Gezê bera xwe dabû avên vê deverê û di encama vê êrişê da 9 rêwiyên gemiyê hatin kuştin.
Bi dû êrişa Rejîma Siyonîst ser wê gemiyê, Tirkiyê ku ji wan kêm welatên misilman e ku Israîl bi fermî naskiriye, peywendiyên bi Telavîvê ra di rû da qut kirin.