Demirtaş: Eger danûstan berdewam bibin PKK çek datîne
Tebax 30, 2015 21:03 Asia/Tehran
Hevserokê giştî yê Partiya Demokrasiya Gelan HDP`ê ragihand ku eger Enqerê danûstandinên xwe li gel PKK`ê de berdewam bike wê ew Partî bi awayekî aştiyane çekan deyne.
Ajansa nûçeyan a Reutersê ji zarê Selahedîn Demirtaş ragihandiye ku berdewamiya danûstandinan sînorê ji alozî û pevçûnên navbera artêşa Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê re datîne.Gotûbêjên navbera Tirkiyê û PKK ku ji bo bi dawîanîna şerê 30 salî ya navbera herdu aliyan hatibûn saz kirin, lê piştî teqîna bajarê Sirûcê ya bi destê grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê ku di encamê de zêde ji 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêde ji 100 kesî jî birîndar bûn, artêşa Tirkiyê êrişên yek li dûv yek ên ser navendên PKK dan despê kirin û bi vî awayî agirbesa çend salî hate hilweşandin.