Tebax 30, 2015 20:25 Asia/Tehran
  • Êrişa dudyan ya Balafirên Tirkiyê û Amerîkayê dijî pêgehên terorîstên DAIŞ'ê

Du firokên şerî yên artêşa Tirkiyê û firokên şerî yên hevalbendiya dijî DAIŞ'ê bi rêberiya Amerîka bo cara dudyan êrişên xwe dijî pêgehên van terorîstan li bakûra Sûriyê destpê kirin.

Li gor rapora IRIB News'ê, ji zarê medyayên Tirkiyê, Du firokên şerî yên artêşa vî welatî û firokên şerî yên hevalbendiya dijî DAIŞ'ê bi rêberiya Amerîkayê şeva bihurî bo cara dudiyan êrişên xwe dijî pêgehên vê grûpa terorîstî li bakûra Sûriyê destpê kirin.
Van firokên şerî pêgehên terorîstan li navçên Ezez û Cerablis li bakûra Sûriyê bombbaran kirin
Wezareta Karên derve yê Tirkiyê li daxûyaniya xwe ya duh şemê ragihand ku bo cara ewilê firokên şerî yên vî welatî bi alîkariya firûkên şerî yên Amerîka , pêgehên terorîstên DAIŞ'ê li nav axa Sûriyê bombbaran kirin. Li vê daxûyaniyê hatiye ragihandin ku ev êrişên hanê dijî DAIŞ'ê dê berfiretir bibin. Tekoşîna li hember terorê ji bo Tirkiyê ji hêla ewlehiya neteweyî ve mijareke sereke ye. Tirkiyê li halekê ji van êrişên dijî DAIŞ'ê û dewama van êrişan axivtiye ku heta mudehekê berî niha dewleta Enqerê hema bi eşkeera ji grûpa terorîst aDAIŞ'ê piştevanî dikin û bilî alîkariyên çek û sîlahî û abûrî, rê didaye terorîstan ku ji sînorên vî welatî herine nav axa Sûriyê. Helbet hatiye ragihandin ji wê çaxê da êrişên xwe dijî DAIŞ'ê destpê kir ku hem ev grûpa bo vî welatî wekî gef û xeterekî mezin hate hisab û hem jî bîrûraya giştî ya xelkê Tirkiyê û gelên cîhanê ev siyaseta piştevaniya AKP ji terorîstên DAIŞ'ê mehkûm kir.