Rêxistina Efûya Navneteweyî: Tirkiye karekê ji bo pêşîlêgirtina ji bedreftariya tev zindaniyan bike
Tebax 30, 2015 19:18 Asia/Tehran
Rêxistiya Efûya Navneteweyî li raporekê ji Tirkiyê xwest ta ku li hember bedreftariyên ku hatine rqagihandin ku polîsê vî welatî tev çar tawanbarên bi kuştina du efserên polîsê li 21'ê meha Hezîrana îsal li bajarê Cêylan Pinarê hatine girtin, karekê bike.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê yan ISNA'yê û ji zarê nivîsara rojnama Today Zamanê, Rêxistiya Efûya Navneteweyî ragihand: Birayê Sedat Aydin, yek ji tawanbaran, ragihandiye ku Sedat û sê tawanbarên din, dema ku ji aliyê polîsê va hatibûn girtin, hatine lêxistin û îzn nehatiye dayîn ku birînên wan ji aliyê dixtoran va werin dermankirin. Herwiha hatiye ragihandin ku serokê Civaka Mafên Mirovan a Edenê ku wan li zîndanê dîtibû, gotiye: Ev tawanbarana ji aliyê dergevanên zîndanê û efserên polîsê va bi giranî hatine lêxistin.Di vê raporê da hatiye ku Efûya Navneteweyî, hin rapor bi dest xistine ku nîşan didin ev kesên tawanbar piştî ku hatine lêxistin ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin, lê tu dixtorek wan derman nekirine. Li gorî gotina nûnerên van kesên tawanbar, cihê ku dixtor wan derman bikin, raporekê ku ji pêş va hatibû amadekirin û tê da hatibû nivîsin ku ew saxlem in û qet birînên wan tunene, îmze kirine. Li dewama vê raporê hatiye ragihandin: Ev çar kesên tawanbar, hîn jî berî mehkemeya li Edenê girtî ne û hema wisan li ber gefa bedreftiyan in.
Rêxistiya Efûya Navneteweyî, ji rayedarên Tirkiyê xwest pêşiya her cure bedreftariya zêdetir a tev van kesên tawanbar bigirin, dermanên pêwîst ên ji bo wan dabîn bibin û li bara îdiayên lêxistina wan jî hin lêkolîn werin kirin.
Roja 21'ê meha Hezîrana îsal, meytên du efserên polîsê bi gulleyên ku bi serên wan ketibûn li mala wan a hevpar li Cêylan Pinarê hatin dîtin.
Partya Karkerên Kurdistana Tirkiyê ser navê PKK'ê berpirsayetiya kuştina van du efserên polîsê girtiye istiyê xwe û gotiye: Ev kara ji ber tolhildana bombedanîna xwekujiya ya li Sirûçê bûye ku tê da 34 kes hatin kuştin.
PKK'ê li daxuyaniyeka nivîskî ya li malpera xwe ragihandiye ku ev efserên polîsê, nêzî saet 6'ê sibeha roja çarşemiyê li kareka tolhildanê, bona hevkariya polîsê Tirkiyê tev DAIŞ'ê hatine kuştin.