Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê mercên giran ê zivistan û ketina berfa giran bû sedem rêyên 1044 gundan bên daxistin.
Di roja ewil a meha Adara ku dibêjin berfê avêt guliyê darê da li Erzirom, Erdexan û Agiriyê berf barî û deverên bilind çîl spî bûn.
Li Xelata navçeya Bedlîsê masîgir li ser Gola Nazikê ku ji ber serma û seqemê qerisiye mîna "eskîmoyan" masî digirin.
Li Colemêrgê ji bo xurtkirina turîzma zivistan û siruştê "Mihrîcana Berfê ya 4em" hat lidarxistin û kesên ku beşdarî mihrîcanê bûn, di çalakiyên cuda da kêf kirin.
Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêyên 141 tax û gundan hatin girtin.
Li Deltaya Çuxurovayê ji herêmên herî avî yên Tirkiyeyê bi dinyayê ra di heman demê da çivîkên koçber hatin jimartin û ji 40 cureyî 78 hezar cûcikên avê hatin tesbîtkirin.
Li Guruna navçeya Sêwasê bi şev germahiya hewayê di binê sifirê da 30,9 pile hat pîvandin û ev wekî ciyê herî sar ê li Tirkiyeyê hat qeydkirin.
Li parêzgeha Mûşê ya Tirkiyê welatî bi tunelên berfê ji malan derketin
Li Agiriyê germahiya herî kêm bi şev di bin sifirê da bi 33 pileyan hat pîvandin.
Li Kurdistana Tirkiyê, Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya aşît û cemedê hat dayîn.