Li Herêma Hesekeyê û bajarê Qamişloyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfeke zêde dibare.
Li Qersê ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr îro dibistan hatin tetîlkirin.
Çînê ji tirsa berfirehbûna pandemiya Koronayê, firotina bilêtê ji bo Pêşbirkên Olempîka Zivistanê-2022 betal kir.
Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Ji ber berfê li Erziromê rêya 221 taxan hatiye girtin.
Li ser gola ku di demsala zivistanê da rûyê wê bi temamî diqerime, rojnameger û rêveber hatin cem hev û fitbol leyîstin.
Hewaya sar li ser jiyana rojane ya bajarê Erzirom, Erdexan û Agiriyê tesîra xwe ya neyînî didomîne.
Li Mûşê welatiyên li avahiyên kevn rûdinên ji bo xwe ji sermayê mihefeze bikin pencere û şaneşînên malên xwe bi brandayê digrin.
Li Dêrsimê kevirê ku ji ba av jê dizê û jê ra dibêjin Zinarê Digirî bi hatina sermayê cemidî û dîmenên xweşik derketin holê.
Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber barîna zêde ya berfê rêya 316 gund û mezreyan hat girtin.
Li parêzgeha Erdexanê ya Tirkiyê berfeke zêde bariya û li hinek cihan trafîk rawestiya.