-
Dagirkir lîsteya dîlên filistînî guherand
Sibat 23, 2025 12:40Endamê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) got: Dagirkiran nêzî 50 dîlên filistînî ji lîsteya lihevkirî ya ku biryar bû Şemiyê bi şev werin azadkirin, guherîne.
-
Kemilandina pêvajoya pevguhertina girtiyan girêdayî bi pabendbûna dagirkeran bi xalên vê rêketinê ye
Sibat 22, 2025 13:36Tevgera Hemasê bi ragihandina amadebûna xwe ji bo cihanîna operasyona berfireh a hevguhertina girtiyan bi rejîma Siyonîst re bi şertê agirbeseke dayimî tekez kir ku kemilandina vê proseya hevguhertinê girêdayî pabendbûna dagîrkeran bi xalên rêketinê ye.
-
Pêgîriya Berxwedana Îslamî ya Filistînê li Perrava Rojava li ser dewama operasiyonan
Sibat 21, 2025 15:13Berxwedana Îslamî ya Filistînê li Perrava Rojava di daxuyaniyekî da li ser dewama tolhildanê û têkoşîna heta bidawîhatina dagirkiriyê pêgîrî kir.
-
Doza dijî hikûmeta Amerîkayê ji ber destêwerdana wê di jînûsayda Xezzê de
Sibat 21, 2025 13:33Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragihand ku Konseya Têkiliyên amerîkî- îslamî(CAIR) ji ber tevlêbûna hikûmeta Amerîkayê di jînûsayda Xezzeyê de doz li Amerîkayê vekir.
-
Erdogan: Îro jî wekî hemîşe em li Xezzê û navçeyên din li rex mezlûman sekinîne
Sibat 20, 2025 14:22Serokomarê Tirkiyê pêgîrî kir îro rojê jî wekî hemîşe em li Xezzê û navçeyên din li rex mezlûm û goriyan sekinîne.
-
Mercê Hemasê ji bo azadkirina hevgav a hemû leşkerên girtî yên Siyonîst
Sibat 20, 2025 14:02Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê Hemas, hevdem ligel radestkirina tabûtên çar girtiyên siyonîst ên ku ji aliyê leşkerên siyonîst ve hatibûn kuştin, şert û mercên xwe ji bo azadkirina bi awayeka hevdem a hemû leşkerên girtî yên siyonîst ragihand.
-
Lihevguhertina herî mezin a girtiyan bi azakirina nêzî 800 girtiyên filistînî
Sibat 19, 2025 14:03Şemiya bê yê lihevguhertina herî mezin a girtiyan bi azadkirina nêzîkî 800 girtiyên filistînî ji zindanên Rejîam Siyonîst pêk were.
-
Ji bo vejîyandin û ji nû ve avakirina Zîvala Xezzeyê 53 milyar dolar pêwîst e
Sibat 19, 2025 13:53Koma Banka Cîhanî, NY û Yekitiya Ewropayê di raporekê de ragihandin ku li gorî texmînan ji bo ji9 nû ve avakirina Zîvala Xezzeyê budçeyek 53 milyar dolarî pêwîst e.
-
Zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê
Sibat 19, 2025 13:30Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku termên çend şehîdan ji bin xirabeyan hatin derxistin û çend filistîniyên din hatin şehîdkirin û bi vî awayî hejmara şehîdên jînosayda bi destê Rejîma Siyonîst rabû 48 hezar û 297 kesî.
-
Hevdîtina rêberê Şoreşê bi sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê re
Sibat 18, 2025 17:06Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê bi pîrozkirina serkevtina Bereya Berxwedanê li Zîvala Xezzê pêgîrî kir: Karê mezin ê serok û şervanên Berxwedana Filistînê bona yekbûn û yekrêzî û xweragiriya li hember dijmin û pêşdabirina pêvajoya aloz a muzakireyan û herwiha sebr û hedar û xweragiriya xelkê, bû sedema serbilindîya Bereya Berxwedanê li navçê.