Rêveberiya nû ya Amed Sporê bi guherandina teknîk dîrektor dest bi kar kir. Klûbê ligel teknîk dîrektor "Aykan Atik" li hev kir.
Bo cara yekem li Erebistanê; Pêşbirkên duçerxesiwariya Jinan hat lidarxistin.
Rêsûrima pişkavêtinê ya Lîga sereke ya Hendbala Jinan a Îranê bi amadebûna 8 taximan pêk hat û biryar hat dayînê ku pêşbirk di du komên ji çar taximan dest pê bibin.
Rehra Ereb Rostemî dibêje: Ez li erdên bi xwelî yên Weramînê temrîn dikim û heke pişta min were girtin, dikarim navbera rekora xwe digel asta derbasbûna bo olempîkê kêmtir bikim.
Kongreya Awarte ya Taxima Fûtbalê ya Amed Sporê ji ber Vîrûsa Koronayê piştî bi paş ve xistinan îro li tesîsên wan ên li Seyrantepeyê li dar ket. Di kongreya ku yek lîste hat dengdan de "Vechettin Alsaç" ji bo serokatiyê hat hilbijartin.
Sara Şîrbêygî ji Taxima Fûtbala Xorasana Rezewî cîgeha "Xanima Gol" a Lîga Fûtsala Jinan a Îranê bi dest xist.
Li gorî ragihandina Talîn tehmasbiyanê, Lîga sereke ya Beskitbala Jinan a Îranê ji dawiya Cotmehê va dê destpê bibe.
Li Ewropayê piştî Kupa Lîga Qehremanan, duyemîn Kupa mezin Kupa Lîga Ewropa ya UEFA'yê ye ku duh êvarê pêşbirka wê ya fînalê hebû. Tîma spanî Sêviya (Sevilla) tîma îtalî Inter bi 3-2 têk bir û carek din kupa bir mala xwe.
Lîstikvanê "Manchester City" "David Silva" piştî 10 salan îsal ji klûbê vediqete. Ji bo keda van 10 salan Kilûpa Manchester City ya Inglîzê biryar da ku peykera lîstikvanê spanyolî çêbike.
Tîma almanî ya Borussia Dortmundê piştî 10 salan zerar eşkere kir.