Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên şewba Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 28 milyonî derbas bû.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li van devera 34 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 17 kesên ku pê ketibûn, baş bûne.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro çarşemê bal kişand ser başbûna zêde ji 339 hezar pêketiyên Koronayê li welêt û ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 2 hezar kes bi Koronayê ketine.
Li Iraqê 75 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 4200 kesên din jî pê ketin.
Li gor amarên fermî di rojekê de 545 kes bi vîrusa Koronayê ketin û herwiha 19 kes bi wê vîrusê mirin.
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 194 hezar kesan ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li Almanyayê, Prof. Dr. Ugur Şahin, Serokê Kompaniya Biontech ragihand; bi hevkariya Kompaniya Pfîzer a Amerîkî, dermanê li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) çêkirine.
Rusyayê gotibû me derziya Vîrûsa koronayê çêkirine, niha jî ragihand ku beşa pêşî ya ji derziyan hat belavkirin.
Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 15 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine û 14 kesên ku berê bi koronayê bûn, baş bûn.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 391 hezar û 112 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 337 hezar û 414 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.