Yekem nimûneya vaksena nifşa nû ya Vîrûsa Koronayê li ser esasa vîrûsa mihendisiya Sorikê li Îranê hat çêkirin.
Li Bakur û Rojhilata Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine gihîşt zêdetirî 3 hezar kesî.
Li Rûsyayê di 24 saetên borî de 15 hezar û 982 kesên din bi vîrusa korona ya nû Covid -19ê ketin.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û d zanîn 26 kesên din bi Koronayê mirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara pêketîyên vîrusa koronayê li cîhanê ji 40 mîlyon kesî derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 40,063,546 kes bi vîrusa korona ketine.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 4 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 337 kesan.
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona berdewam zêde dibe û heta niha zêdetirî 224 hezar kesan ji ber pêketina bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.
Li Hindustanê ji ber pêketina bi vîrusa korona ya nû Covid – 19ê 579 kesên din jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên ji ber pêketina vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane geheşt 114 hezar û 610 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro Yekşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 3 hezar û 800 kesî bi Koronayê ketine û 252 nexweşên koronayî jî can dan.