Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 692 hezar û 949 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 525 hezar û 641 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 50 milyon û 739 hezarî derbas bû.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 161 kesên din bi koronayê ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê got, 68 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 4 pêketî mirin.
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 516 pêketiyên vîrusa Koronayê ya cureya (Covid-19) hatin tomarkirin û herwiha 84 kesan jî bi virûsê canê xwe ji dest dan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro înê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 9 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 459 kesan.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryara /185/ ragihand ku qedexeya derketina derve ya beşî 15 rojên din dirêj kir.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê pir zêde dibe, Desteya Tenduristiyê ragihand ku 237 kesên din bi koronayê ketine.
Vîrûsa Koronayê bandorê li gelek cihan dike, li fûtbolê jî. Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Îtalyayê Roberto Mancini bi vîrûsê ket. Li Tirkiyê ji ber vîrûsê pêşbirka Îstanbul Spor û Adana Demîr Sporê hat taloqkirin.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 673 hezar û 250 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 515 hezar û 153 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.