Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika “Hema Hema Jin Elîzabeth” a Dario Fo îro dest bi serdema xwe ya nû kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku boykotkerên welêt rêya wan nedurust û şaş bûye, destnîşan kir: Bila dewleta tê ya Amerîkayê rêzê li qanûn û rêzikan bigire.
Li Tirkiyê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 81 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 10 hezar û 558 kesan.
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 48 milyon û 438 hezarî derbas bû.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 654 hezar û 936 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 505 hezar û 287 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Tirkiye di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 77 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 10 hezar û 558 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 962 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 8 hezar û 450 kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 419 kesan.
Berdevkê Rêxistina Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber Koronayê ziyaneke 200 miliyon dolarî li Pîşeya geştyariyê ya Herêmê ketiye.