Konseya Ewlehiyê ya NYyê êvara Pêncşemiyê civînek li ser belavbûna vîrûsa felca zarokan li Zîvala Xezzeyê li dar xist.
Artêşa Rejîma Siyonîst vê sibê êrîşî başûrê Cinînê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kir; 4 şervanên berxwedanê şehîd bûn.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku roja Pêncşemiyê, 29ê tebaxê, xwefirreke Tirkiyê li asimanê Kerkûkê hat jordaxistin.
Serdozgeriya Enqereyê dozek bi tawana Pesindana Sûckariyê û Sûckar li dijî Kemal Kilîçdaroglû Serokê berê yê CHPyê vekir.
Numan Kurtulmuş Serokê Meclîsa Tirkiyê got: Di muzakireyn sala 2022an li Stenbolê da Rûsya û Ukrayn li ber lihevkirinê bûn, lê Amerîkayê hez nekir.
Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li hember êrîşa berfireh a Rejîma Siyonîst ser Rexê Rojavayê Çemê Urdinê got, Tundkirina van êrîşan niyeta şûm a siyonîstan hemberî Filistînê nîşan dide.
Muhemed Ebdusselam Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê qala dewama êrîşa hêzên yemenî ser gemîyên ku ber bi Erdên Dagirbûyî yên Filistînê va diçin, kir.
Bi dû berdewambûna cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst dijî sivîlan li Zîvala Xezzeyê, Rêxistina Navdewletî ya Efûyê ji YEyê xwest ku Îsraîlê boykot bike.
Êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê didomin û li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li vê zîvalê hejmara şehîdan gihîştiye 40 hezar û 602 kesan.
Di roja 331`an a jînûsayda amerîkî û îsraîlî da, wezareta tendirustiya Xezzê ragihand heta nika 40 hezar û 738 kes şehîd bûne û 94 hezar û 154 kes jî birîndar bûne.