Roja 330î ya cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê; hejmara şehîdan gihîştiye 40 hezar û 691 kesan.
Civîna hilbijartinê ya Donald Trump Serokkomarê berê yê Amerîkayê û berbijêrê Komarxwazan di Hilbijartina Serokkomariyê ya îsal da dîsan rastî êrîşê hat; êrîşkar bi şokerê li erdê xistin.
Çavkaniyên rûsî ragihandin ku hêzên vî welatî di rojên dawî da hejmareke zêde ya hêzên ukraynî kuştine.
Di encama êrîşa bi çekan li nexweşxaneyeke Stenbola Tirkiyê da 5 kes birîndar bûn.
Yaşar Guler Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê îdia kir, Bo jinûve destpêkirina peywendiyan bi Şamê tu astengiyek tune.
Kawilkirina tora şêlavê li bakurê Zîvala Xezzeyê; raporek di vî warî da tê pêşkêşkirin.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) pêşwaziya xwe ji operasyona dijî siyonîstan a Berxwedanê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê diyar kir.
Ebû Cîhad Berdevkê Leşkerî yê Tabûrên Şuheda El Eqsayê got, Em ji filistîniyên li Quds, Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Erdên Dagirbûyî yên 1948an dixwazin ku rabin ser piyan. Nika dema têkdana dijminê Siyonîst e.
Li gorî gotina Walîyê Belgorodê, di encama êrîşa asimanî ya Ukraynê ser Parêzgeha Belgorodê ya Rûsyayê da 5 kes hatin kuştin û 46 kes birîndar bûn.
Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê di axaftinekê da teqez kir ku welatê wî qet dev ji piştgiriya ji Qudsê bernade.