Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê gihîşt 43 hezar û 922 kesî.
Îhsan Yasîn Zelmî, endamê Komela Dadgeriyê ya Kurdistana Iraqê û çavdêrê meselên siyasî yên navçê dibêje: Divê Kurd wek mînaka xwe ya mezhebî, Selahedîn Eyûbî, li hember mijara Filistînê bertekê nîşan bidin.
Wezîrê berevaniya Îranê di serê taxiemkî da derbasî Şamê bû û bi rayedarên Sûriyê re hevdîtin pêk anî.
Çavkaniyên nûçeyan basa pevçûnên giran û mil bi mil di navbera leşkerên Rejîma Siyonîst ku ber bi Bênt Cibeylê va diçin û şervanên Berxwedanê da kirin.
Welat û bajarên curbicur ên cîhanê bûn şahidê lidarxistina xwenîşandanên berfireh bona şermezarkirina êrişa Rejîam Siyonîst ser Xezze û Libnanê.
Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Kerkûkê bombeyeke ku berê hatibûye danîn, di Lîwaya Yekê ya Hevbeş a hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê de teqiya.
Wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî vê yekî kir ku Komara Îslamiya Îranê ji bo muzakireyan amade ye û got: Eger Konseya Hikimdaran a Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê dijî Îranê biryarnameyekî bide, em ê karên nû bikin ku bi hetm dê wan kêfxweş nekin.
Şeşemîn nîşangeha netewî ya ser navê Çaxê Hêviyê ya Zanîngeha Azad a Îslamî, hefteya buhurî di warê zanistî yê xwerinên tişt lêzêdekirî de bi beşdariya serokê Zanîngeha Azad a Îslamî karê xwe destpê kir.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di 48 saetên buhurî da artêşa Rejîma Siyonîst 6 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne.
Berxwedana îslamî ya Iraqê basa êrişa bi xwefiran ser sê armancên girîng li bendera Um El Reşraşê li başûrê Erdên Dagirkirî kir.