Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê got: Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê li dijî sîstema niha ya lidarxistina hilbijartinên parlemanî li navçeyê û bêparkirina kêmîneyan ji beşdariya di hilbijartinan de ne.
Nîşangeha navdewletî ya ewlehî û berevaniyê bi beşdariya çendîn welat û şîrktên navxweyî li Bexdayê hat lidarxistin. Komara Îslamî ya Îranê di vê pêşangehê de mînakên pîşesaziyên leşkerî yên mûşekî û xwefirên xwe nîşan da.
Bi sedan siyonîstên bajaroknişîn careke din êrişî Mizgevta Eqsayê li bajarê Qudsa dagirbûyî kirin û bêhurmetî li vê cihê pîroz kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê û got: Raya giştî ya cîhanê ji bo rawestandina cinayetên cengê li zîvala Xezeyê pir cidî ye.
Endamekî Komîsyona Aborî ya Parlemana Iraqê hişyarî da karmendên Herêma Kurdistanê û ragihand, elektronîkkirina proseya dayîna mûçeyên wan bi rêya bankên taybet ne fermî ye.
Yasadanerên eyaleta Tênîs ya Amerîkayê ji ber bêewlehiya zêde li xwendingehên vê navçeyê qanûnek derxistin ku rê dide mamosteyan ku di dibistanê de çekan hilgirin.
Serokomarê Îranê piştî vegera ji sefera xwe ya Pakistan û Srîlankayê got: Vê seferê peyameke girîng hebû
Çavkaniyên filistînî ragihandin ku xwefirên Rêjîma Siyonîst komek filistîniyan li devera El-Heşaşin li bakurê rojavayê Refehê kirin armanc û di encama vê êrişê de hejmarek şehîd bûn.
Qanûndanerê navdar ê Parlemana Ewropayê, bêdengiya serokê Komîsyona Ewropayê û şermezarnekirina êrişa Telavîvê ser konsulxaneya Îranê li Şamê rexne kir û got: Gelo êdî Yekîtiya Ewropayê bi yasayên navdewletî elaqedar nîne?
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara şehîdên filistînê ji destpêka destdirêjiyên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê li 7ê Cotmehê ve heta niha gihêştiye 34 hezar û 262 kesî.