-
Rûsya: Cihên leşkerî yên li Ukraynayê hatin jinavbirin
Sibat 24, 2022 15:41Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku pergalên parastina asmanî, binkeyên asmanî yên leşkerî û hêzên esmanî yên li Ukraynayê hatin jinavbirin.
-
Yekîtiya Ewropayê bo Putîn: Vî şerî demildest rawestîne
Sibat 24, 2022 14:17Serokê Emcûmena Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn kir û got, "Vî şerî demildest rawestînin.”
-
Tirkiyê geştên xwe yên esmanî bo Ukraynayê rawestandin
Sibat 24, 2022 13:52Ji ber ku krîza li Ukraynayê giran bû û pevçûn dest pê kir, seferên Rêhewayên Tirkiyê yên ji bo Ukraynayê hatin betalkirin.
-
Fransa daxwaz ji welatiyên xwe dike ku tavilê ji Ukraynayê derkevin
Sibat 24, 2022 12:37Hikûmeta Fransa ji hemû hemwelatiyên xwe yên li Ukraynayê xwest ku demildest û bê dereng vî welatî terk bikin.
-
Biden bi Serokê Ukraynayê Zelenskiy re axivî
Sibat 24, 2022 10:33Serokê Amerîkayê Joe Biden di axaftina xwe ya têlefonê ya digel Serokê Ukraynayê Zelenskiy de operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya dijî xaka Ukraynayê şermezar kir û piştevaniya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê dubare kir.
-
Putin êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê ragihand
Sibat 24, 2022 09:53Serokê Rûsyayê êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê ragihand û dibêje, her welatek destêwerdanê di êrîşê de bike dê “baceke wiha bide ku qet nedîtibe.” Vladimir Putin di gotareke televizyonî de ragihand ku berpirsyariya xwîn rijandinê dikeve stoyê “rejîma” Ukraynayê û got, ev operasyon jî bersiva wan gefan e ku ji Ukraynayê tên.
-
Rûsya karmendên xwe ji Ukrayna derxistin
Sibat 24, 2022 01:38Rûsya ragihand ku karmendên xwe ji tevahî navendên nûnertiyên dîplomasî yên li Ukrayna birin, hemwextî wê Fransa soza pêkanîna cezayên li Rûsya diyar kir.
-
Li Ukraynayê rewşa awarte hat ragihandin
Sibat 24, 2022 01:37Li Ukraynayê li gel îhtîmala şerekî pêkan rewaşa awarte hat ragihandin.
-
Biden: Naskirina Donetsk û Luhansk wek welatên serbixwe destpêka dagîrkirinê da zanîn
Sibat 23, 2022 21:13Serokê Amerîkayê Joe Biden gavên Rûsyayê yên ji bo Ukraynayê weke "destpêka dagîrkirinê" bi nav kir û beşa yekem a sizayên li dijî Rûsyayê ragihand.
-
Zêdebûna krîza li Ukraynayê; Teqînek Donetsk hejad
Sibat 23, 2022 20:42Russia Today êvara Sêşemê ragihand ku li Komara Donetsk teqîneke mezin pêk hatiye.