-
Trump: ٍEmê hejmara hêzên xwe li Iraqê kêm kin û bi tenê 2 hezar leşker li wir ragirin
Îlon 11, 2020 19:45Serokê Amerîkayê ragihand, ew hejmara hêzên xwe li Iraqê bo 2 hezar leşkeran kêm dikin û diyar kir, ew vê yekê jî di demeke kurt de dikin. Trump herwiha got, ew hejmarek hêzên xwe li Sûriyê dihêlin û îdia kir ku ew alîkariya Kurdan jî dikin, daku jiyaneke xweştir bikin.
-
Erîqat: Filistîn bûye goriyê zêdexwaziyên hilbijartinê yên Trump
Îlon 05, 2020 14:20Sêkrêtirê Komîteya Cihanînê ya Rêxistina Rizgarker a Filistînê got: Filistîn bûye goriyê zêdexwaziyên hilbijartinê yên Trump.
-
Xetîbzade: Ne girîng e ku kî yê bibe serokomarê Amerîkayê
Îlon 03, 2020 13:48Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Jibo Komara Îslamî ya Îranê ne girîng e ku kî yê bibe serokomarê Amerîkayê.
-
Civîna çapemeniyê ya serokwezîrê Iraqê û serokomarê Amerîkayê
Tebax 21, 2020 07:49Piştî hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp, di civîna çapemeniyê de Kazimî got, ew destwerdanên dewleta Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê napejirînin. Trûmp jî da diyarkirin ku ger Iraq li dijî Tirkiyê daxwaza alîkariyê bike, ew amadene li ser mijarê baxivin.
-
Namzetiya Joe Biden ji bo serokatiya Amerîkayê fermî bû
Tebax 19, 2020 21:41Duh Partiya Demokrat a Amerîkayê ji bo hevrikiya serok Donald Trump a di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de Joe Biden wek bernamzet hilbijart. Hilbijartinên serokatiya Amerîkayê di 3’yê Mijdarê de dê li dar bikevin.
-
Joe Biden: Ezê Peymana Navokî qahêm û xurt bikim
Tebax 19, 2020 20:16Nemzedê Demokratan yê hilbijartina serokomariya 2020 ya Amerîkayê Joe Biden got: Ger ez li hilbijartina serokomariyê werim bijartin, ezê bi hevkariya hevpeymanên Amerîkayê Peymana Navokî ya tev Îranê bi hêz û xurt bikim.
-
Berpirsekî Amerîkayê behsa asayî kirina pêwendiyên Siûdiyê û Îsraîlê dike
Tebax 17, 2020 14:46Berpirsekî peyabilind ê Amerîkayê piştî peymana Îmarat û rejîma Îsraîlê ya asayîkirina pêwendiyan niha behsa asayîkirina pêwendiyên rejîmên Siûdiyê û Îsraîlê dike.
-
Netanyahu: Amerîka sebeba bê encamiya proja xwe ya Îlhaqê da zanîn
Tebax 11, 2020 17:14Aweokwezîrê Rejîma Siyonîst Benyamîn Netanyahu, weokomarê Amerîkayê Donald Trump sebebkarê bêencamiya û pêşveneçûna proja Îlhaqê ya Rîf el-Xerbî (Qeytana Rojavayê Çemê Urdinê) da zanîn.
-
Rayedarên Pentagonê îdiaya Trump derbarê teqînên Beyrûtê red dikin
Tebax 05, 2020 14:46Çqavkaniyên agahdar li Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihandin ku ti şahidî û belgeyek tine ku ji me re nîşan bide teqînên bi xof ên li Beyrûta paytexta Lubnanê di encama êrişê bibe.
-
TikTokê bersiva Trump da: Em dê li Amerîkayê bimînin
Tebax 02, 2020 13:09Rêvebera TikTokê li Amerîkayê dibêje, “Niyeteke me nîne biçin ti derekê. Em dê bo demeke dirêj li vir bimînin.”