-
Şaredarê Stenbolê mehkûmî hebsê bû
Adar 23, 2025 18:15Dadgeha Stenbolê piştî hilkolandina gilînameya dozgeriyê li bara doziyeya gendeliyê, Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê re cezaya girtîgehê birrî.
-
Dewama xwenîşandanên li Tirkiyê
Adar 23, 2025 18:10Piştî cezayê girtîgehê yê Ekrem Îmamoglû, xwenîşandanên herî mezin ên ku Tirkiye di nava deh salan de bi xwe ve dîtiye, li gişt welêt pêk hatin.
-
Amerîka li ser firotina balafirên cengê ji bo Tirkiyê lêkolînan dike
Adar 23, 2025 15:22Fox News`ê ji zarê 2 jêderên agahdar ragihand ku Donald Trump nêta xwe ya ji bo bidawîkirina firotina balafirên cengê yên F-16`ê bo Tirkiyê ragihandiye.
-
Xwenîşandana berfireh a li Tirkiyê
Adar 22, 2025 20:08Xwenîşandanên li dijî girtina Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê û hevrikê herî cidî yê di hilbijartin de yê Erdogan, li Stenbolê û çend bajarên din ên Tirkiyê tevî hişyariya Serokomarê vî welatî, Recep Teyîb Erdogan berdewam in.
-
Dadgeha Îmamoglû, şaredarê Stenbolê destpê kir
Adar 22, 2025 17:36Hevgavê bi dawîhatina derfeta qanûnî ya lêpirsîna di 72 saetan a ji Ekrem Îmamoglû, dadgehakirina wî ji berêvariya îro ve li Dadgeha Çailayan a navçeya Şîşliyê destpê kir.
-
Êrîşa çekdarî li ser konsulxaneya Iraqê li Stenbolê
Adar 22, 2025 17:04Wezareta karên derve ya Iraqê basa êrişa kesên nenas bo ser navenda dîplomatîk a vî welatî li bajarê Stenbol ê Tirkiyê kir.
-
Bihaya Lîrê Tirka daket
Adar 22, 2025 16:26Piştî qeyrana aborî ya bi sedema girtina hevrikê sereke yê serokomarê Tirkiyê, Lîre li vî welatî sedî 11 daket û gihîşt asta xwe ya herî nizim.
-
Girtina Îmamoglû dawîn bizmara ser sindrûka demokrasiyê li Tirkiyê
Adar 21, 2025 18:53Yek ji kesayetiyên bi nav û deng ê siyasî yê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de girtina şaredarê Stenbolê Ekram Îmamoglû û bi dehan hevalên wî şermezar kir û ev yek weke hewldanek ji bo tepeserkirina azadiyên siyasî li Tirkiyê bi nav kir.
-
Dewama nerazîbûnan li cihên curbicur ên Tirkiyê
Adar 21, 2025 18:43Tevî qedexeyên hikûmetî, xwepêşandana neraziyan li himber girtina Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê li bajarên curbicur ên vî welatî û girtina neraziyan didome.
-
Rewşa aloz li Tirkiyê piştî girtina Ekrem Îmamoglû
Adar 20, 2025 18:52Piştî girtina Ekrem Îmamoglu, şaredarê berê yê Stenbolê û hevrikê siyasî yê Receb Teyib Erdogan, rewşa Tirkiyê pir aloz bûye. Dijberên hikûmetê bi lez û bez li gelek bajaran li seranserî welêt daketin kolanan û xwepêşandanên girseyî li dar xistin.