Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 saetên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 90 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiya Sûriyê ragihand ku, 63 kesên din bi Koronayê ketin.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 15 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kes jî baş bûne.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro Înê bal kişand ser başbûna 330 hezar pêketiyên Koronayê li welêt û ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 2 hezar kes bi Koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên bihorî yên taybet bi Koronayê belav kir û ragihand, li seranserê herêmê 597 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û 25 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hejmara pêketîyên vîrusa Koronayê 26 milyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 26 milyon û 37 hezar û 404 kes bi vîrusa korona ketine.
Li gorî zanyariyên AFP’ê li seranserê cîhanê jimara kesên ku bi vîrusa koranayê ketine zêdetirî 25 milyon kesan e.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro yekşemiyê bal kişand ser kêmbûna pêketiyên koronayê û kêmbûna candayiyên ji ber wê û ragihand ku zêde ji 321 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî bal kişand ser nûçeyên belavbûyî derbarê vê yekê ku hin welatan vaksena Koronayê çê kirine, destûr daye ku li vê barê de li Îranê jî pêngavên lezgîn werin rakirin.
Li bakur û rojhilatê Sûriyê 17 kesên din bi Koronayê ketin û yek jî pê mir.