Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê ji tevgerên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî di warê dan û istandina hêsîran rexne kir.
Bi hezaran îsraîlî tevî belavbûna vîrûsa koronayê û hebûna berbendên giran li erdên dagirbûyî li dijî siyasetên kabîna Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî xwenîşandan li dar xistn.
Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Libnanê daxwaza lezandinê jibo damezirandina dewleta nû li vî welatî kir.
Kanala televîziyoniya El-Mesîreya Yemenê hin belgeyên nihênî ji destwerdanên balyozxaneya Amerîkayê li karên navxweyî yên Yemenê weşandin.
Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî bang li hêzên artêşa Misirê kir ku "ji bo parastina ewlehiya netewî ya Misirê" amade bin.
Behreynê bombebaranên dewleta Tirkiyê ên li ser deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê şermezar kir û ev êriş wek binpêkirina serweriya Iraqê û gefa li ser ewlehiya herêmê bi nav kir.
Balyozê Filistînê li Imaratê axa vî welatî terikand.
Wezareta karên derve ya Îranê tevî şermezarkirina pêkanîna têkiliya dîplomatîk navbera Imaratê û Rêjîma Siyonîst, ew wek ehmeqiyeke stratejîk da zanîn ku bê guman encama wê xurtbûna mihwera Berxwedanê li navçeyê be.
Artêş û Ensarullaha Yemenê bi êrîşa li ser navendên têrorîstên DAIŞê li navenda vî welatî, cihekî kombûna têrorîstan xistin bin kontrola xwe.
Medyayan ragihandin ku di êrîşa Hevpeymaniya Destdirêjker a Siûdî ser Seide û Mareba Yemenê da hejmareke welatiyên sivîl hatine kuştin.