-
Li Rûsyayê di 24 saetên borî de 439 pêketiyên vîrusa koronayê mirin
Tesrîn 12, 2020 13:03Li Rûsyayê di 24 saetên borî de 439 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û ev cara yekeme li Rûsyayê rêjeya mirinê ewqas bilind dibe.
-
Rûsyayê îdiayên Erdogan ên tevlêbûna Tirkiyê di hêzên parastina aştiyê de li Qerebaxê red kirin
Tesrîn 12, 2020 06:15Îro Rûsyayê bersîva îdiayên Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan da û got hêzên Tirkiyê wê tev li hêzên parastina aştiyê ya li Qerebaxê nebe.
-
Serokwezîrê Ermenistanê li ser peymanê got: Ji bo me gelek bi êş e
Tesrîn 10, 2020 11:16Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan têkildarî şerê Qerebaxê (Artsaxê) got; “Ji bidawîbûna şerê li Artsaxê min tevî serokdewletên Rûsya û Azerbaycanê mohra xwe danî binê peymanekê. Metnê daxuyaniya ku hatiye weşandin ji bo min û ji bo gelê me gelekî giran e û bi êş e.”
-
Ermenistan û Azerbaycanê li ser Nagorno Qerebaxê agirbest ragihandin
Tesrîn 10, 2020 10:16Ermenistan û Komara Azerbaycanê li gel Rûsyayê, rêkeftina agirbestê li ser herêma Nagorno Qerebaxê ku herdu alî li ser nakok in, îmze kirin ku ji îro Sêşemê ve destpê kir.
-
Îstixbarata Rûsyayê: Çeteyên ji Sûriyê û îstixbarata Tirkiyê tev li şerê li Qerebaxê bûne
Tesrîn 06, 2020 17:16Serokê îstixbarata derve ya Rûsyayê Sergey Naryshkin ragihand ku agahiyên girêdayî tevlêbûna çeteyên ji Sûriyê û îstixbarata Tirkiyê di şerên li Qerebaxê de bi dest xistin.
-
Amerîkayê şandeyên xwe yên leşkerî li balyozxanên xwe kêm kirin
Tesrîn 02, 2020 12:29Wek plansaziyeke nû li dijî Rûsya û Çînê, Amerîkayê şandeyên xwe yên leşkerî li balyozaxnên xwe yên li welatên curbicur yên cîhanê kêm kirin.
-
Ewn ji şandeya Rûsyayê re: Divê çareseriyeke bilez ji bo vegera penaberên Sûriyê bê dîtin
Çirî 29, 2020 06:21Serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn piştrast kir ku bi hêvî ye çareseriyeke bilez bê dîtin, da ku penaberên Sûriyê vegerin warên xwe, nexasim ku gelek herêmên Sûriyê êdî aram bûne. Ewn destnîşan kir ku êdî Lubnan nikare encamên neyînî yên pêşwazîkirina penaberan tamul bike. Bi taybet ku zirarên koçberiyê 40 milyar dolarî derbas kir.
-
Zerîf: Amerîka pir hezdike li cîhanê pêşbirkeya çek û sîlahan bi rê xîne
Çirî 23, 2020 09:29Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Twittekê bi zimanê rûsî nivîsî: Eva ku Waşîngton naxwaze Peymana Astengkirina Çekên Stratejîk ên êrişkariyê were bedewamkirin mînakek eşkera ye ku Amerîka hez nake li cihanê ewlehî û îstiqrar hebe û pir hez dike ku pêşbirkeya çek û sîlahan li cîhanê hebe.
-
Li Rûsyayê 15 hezar û 700 kesên din bi vîrusa korona ketin û 317 kesan jî can dane ku ji rojên berê zêde ye
Çirî 21, 2020 18:15Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa korona berdewam ber bi zêdebûnê ye û li wî welatî heta naha zêdetirî 24 hezar pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.
-
Xetîbzade: Îran, Rûsyayê ji xwe re wek şirîkekek sereke di warê berevanî û leşkerî dizane
Çirî 21, 2020 16:50Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Rûsyayêwek şirîkekek sereke di warê berevanî û leşkerî ji Îranê re da zanîn û got: Bi rabûna boykotên çek û sîlahan yên Amerîkayê li dijî Îranê, Tehran û Moskow dikarin di vî warî de hevkariyên zêde û berfire bikin.