-
Yekîtiya Ewropayê bo Putîn: Vî şerî demildest rawestîne
Sibat 24, 2022 10:47Serokê Emcûmena Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn kir û got, "Vî şerî demildest rawestînin.”
-
Guterres bo Putin: Ji bo mirovatiyê serbazên xwe vegerîne Moskowê
Sibat 24, 2022 10:04Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li New Yorkê di civîneke çapemeniyê de rica ji Putin kir ku şer rawestîne û serbazên xwe vegerîne Rûsyayê.
-
Biden bi Serokê Ukraynayê Zelenskiy re axivî
Sibat 24, 2022 07:03Serokê Amerîkayê Joe Biden di axaftina xwe ya têlefonê ya digel Serokê Ukraynayê Zelenskiy de operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya dijî xaka Ukraynayê şermezar kir û piştevaniya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê dubare kir.
-
Putin êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê ragihand
Sibat 24, 2022 06:23Serokê Rûsyayê êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê ragihand û dibêje, her welatek destêwerdanê di êrîşê de bike dê “baceke wiha bide ku qet nedîtibe.” Vladimir Putin di gotareke televizyonî de ragihand ku berpirsyariya xwîn rijandinê dikeve stoyê “rejîma” Ukraynayê û got, ev operasyon jî bersiva wan gefan e ku ji Ukraynayê tên.
-
Rûsya karmendên xwe ji Ukrayna derxistin
Sibat 23, 2022 22:08Rûsya ragihand ku karmendên xwe ji tevahî navendên nûnertiyên dîplomasî yên li Ukrayna birin, hemwextî wê Fransa soza pêkanîna cezayên li Rûsya diyar kir.
-
Li Ukraynayê rewşa awarte hat ragihandin
Sibat 23, 2022 22:07Li Ukraynayê li gel îhtîmala şerekî pêkan rewaşa awarte hat ragihandin.
-
Biden: Naskirina Donetsk û Luhansk wek welatên serbixwe destpêka dagîrkirinê da zanîn
Sibat 23, 2022 17:43Serokê Amerîkayê Joe Biden gavên Rûsyayê yên ji bo Ukraynayê weke "destpêka dagîrkirinê" bi nav kir û beşa yekem a sizayên li dijî Rûsyayê ragihand.
-
Zêdebûna krîza li Ukraynayê; Teqînek Donetsk hejad
Sibat 23, 2022 17:12Russia Today êvara Sêşemê ragihand ku li Komara Donetsk teqîneke mezin pêk hatiye.
-
Berteka Biden li hember krîza Ukraynayê û pêngava Putin derbarê Donetsk û Luhanskê
Sibat 23, 2022 12:52Serokê Amerîkayê Joe Biden têkildarî krîza Ukraynayê û kiryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ya bi fermînaskirina serxwebûna du navçeyên Donetsk û Luhansk ên Ukraynayê daxuyaniyek da û diyar kir ku niyeta wan a şer bi Rûsyayê re nîne û got: “Eger Rûsya gavên din bavêje, ew ê mueyîdeyê zêdetir bikin.“
-
Wezîrên derve yên YE'yê pêkanînê li ser Rûsyayê erê kirin
Sibat 23, 2022 06:07Wezîrên derve yên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê(YE) di civîneke taybet de pêşniyarên Komîsyona vê Yekîtiyê û Wezareta Derve erê kirin ku pêkanînê li ser Rûsyayê ferz dike.