Serokê Amerîka Joe Biden hevtayê xwe yê Rûsî Vladîmîr Putîn wekî “tawanbarê şer” bi nav kir. Rûsya jî dibêje, em vê yekê efû nakin.
Piştî ku Rûsya, bi biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji endamtiyê hat derxistin, Tirkiye ku di serlêdanên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) de di rêza duyem de bû, bû welatê yekemîn.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî civîna xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand “Armanca operasyona wan ew e ku Ukrayna ji çekan û îdeolojiyên faşîst bê paqijkirin.”
Panamayê ragihand ku li Derya Reş, 3 keştiyên wan ketin ber êrîşeke mûşekî û yek ji wan ketiye binavê.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi armanca navbeynkariyê diçe Rûsya û Ukraynayê.
Berpirsên Ukraynayê li Kîevê bo 35 saetan qedexeya hatûçûnê ragihandin û ji xelkê xwestin ku li malên xwe bimînin.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand ku di şerê Ukrayna û Rûsyayê de hezar û 300 serbazên Ukraynî hatine kuştin. Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê jî da zanîn ku zêdeyî 12 hezar serbazên Rûsî hatine kuştin.
Hikûmeta Ukraynayê ji Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê re ragihandiye, ku Rûsya dil heye ku santrala nukleerî ya Zaporîjya bi temamî û herdemî kontrol bike û 400 leşkerên xwe li vê santralê bi cih bike.
Berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewropa îtîraf kir ku rojava bi xeletî soza endametîya Ukraynayê di NATO de da.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amaje bi şerê Rûsya û Ukraynayê kir û got: Sîstema navneteweyî di dawiyê de diguhere û çermê xwe yê kevn davêje û yên nû peyda dike.