Wezîrê karên derve yê Ukraynayê ji ber şandina tîmeke pizîşkî ya Komara Îslamî ya Îranê bo wî welatî spasiya Komara Îslamî ya Îranê kir.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku zêdetirî 1000 leşkerên Ukraynayê li bajarê bendera Mariupolê yê dorpêçkirî ji aliyê Rûsyayê xwe radestî hêzên vî welatî kirin.
Serokomarê Ukrayna ragehand, wan hevalekî nêzîkî serokê Rûsya Vlademîr Putîn girtine.
Tê gotin ku Amerîka razî bûye helîkopterên şer bide Ukrayna da ku di şerê li hember Rûsya de bikar bîne.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Rûsyayê ji Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko radigihîne, bêyî peyînê kîmyayî xorak û berhemên çandiniyê zêde nabin, loma cîhan bi awayekî bilez ber bi birçîbûnê ve diçe.
Rûsya ragihand ku hêzên wê navendeke artêşa Ukraynayê ya li kantona Dnipropetrovsk a rojhilatê welat hilweşand, di heman demê de rayedarekî herêmî yê Ukraynayê da zanîn ku wan goreke komî dîtine ku ji termên bi dehan sivîlên ukraynayeyî pêk tê.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi buhayê 29,5 milyar euro mal û milkê hemwelatiyên Rûsya li Ewropayê ragirt.
Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê îdîa kir ku Rûsya li Ukraynayê êrîşî sivîlan dike.
Cenazeyê serokê Partiya demokrat a Lîberal û cigirê serokê Dûmayê (parlemanê) ya Rûsyayê Vladîmîr Jîrînovskî bi merasîmekê li Paytexta Rûsya Moskowayê hate veşartin.
Serokê Rêveberiya Herêmî ya Sumy Dmytro Zyvitsky ragihand ku hêzên Rûsyayê ji herêma Sumy vekişîne. Li aliyekî din Moskow dibêje ku wê navendeke çeteyan li Odessayê tune kiriye.