Serkomîserê Ajansa Alîkarîgîhandin û Peydakirina kar a NY ji bo awareyên Filistînî(UNRWA) pêhişyarî da, têkçûn û hilweşîna vê ajansê wê dûhatên bikaresat ji bo cibaka navnetewî û qeyrana mirovî ya Xezzê re hebin.
Wezareta tendirustiya Xezzê amara nû ya şehîd û birîndarên şêr ragihand.
Tabûrên Şehîd Izedîn Qesam, ragihandin ku wan leşkerên siyonîst li rojavayê bajarê Xezzê di kemîneke tevlihev de asê kirin û hejmarek ji wan bi jinavbirina alavên wan ên leşkerî kuştin û birîndar kirin.
Îhûd Olmert, serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst, Sêşemiyê şevê pêgîrî kir: Îran, Hizbulah û Hemas dijminên me nînin, belke tundrewên Îsraîlê û Netaniyahu dijminên me ne.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê careka din pêgehên Rejîma Siyonîst li Erdên Dagirkirî yên Filistînê dan ber xwefiran.
Konseya fermandetiya Hizbullaha Libnanê, îro bi weşandina daxuyaniyekî basa sersekreteriya Şêx Neîm Qasim li Hizbullahê kir.
Civîna Hilkolandina mijarên mirovdostane ya Xezzê li Waşîngtonê ji aliyê rêxistinên nehikûmî yên dixtoran hate lidarxistin.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Bila Konseya Ewlehiyê boykotên giran ser Îsraîlê bisepîne.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand di 24 saetên buhurî da artêşa Rejîma Siyonîst 4 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne.
Hejmareka zav a bajaroknişîn û malbatên girtiyên siyonîst, bi kombûna li ber Parlimana Rejîma Siyonîst , daxwaza wêdadayîna serokwezîrê Rejîmê kirin.