-
Êrişa giran a Hizbullahê ya bi mûşekan ser Tel Avîvê
Tesrîn 24, 2024 15:16Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê bi mûşekan bi awayekî tund û giran êrişî Tel Avîvê kir.
-
Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê
Tesrîn 24, 2024 15:16Jînosayda ku Rejîma Sîyonîst ji 7`ê Cotmeha sala 2023`yê va li Zîvala Xezzeyê dijî gelê bêberevan ê vê herêmê dest pê kirîye, derbasî roja 415`an bû.
-
Biryara desteserkirina Netanyahu û Galant ne biryareke sîyasî ye
Tesrîn 24, 2024 15:16Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE got: Biryara Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya dijî Serokwezîr û Wezîrê Cengê yê wêdadayî yê Rejîma Sîyonîst ne biryareke sîyasî ye.
-
Amerîkayê gefa boykotê li hevpeymanên xwe xwar
Tesrîn 24, 2024 15:15Senatorekî amerîkî di çaçrova karekî bêmînak da gefa boykotê li hevpeymanên sereke yên vî welatî yanî Ingilîs, Alman, Fransa û Kanadayê xwar.
-
Ziltankên Rejîma Sîyonîst dibin nêçîra têkoşerên berxwedêr
Tesrîn 23, 2024 17:01Medyayeke leşkerî li Amerîkayê di raporekê da bal kişandîye ser beşeke zîyana ku di şerê li Xezze û Libnanê da li artêşa rejîma Israyîlê ketîye û nivîsî ku di mehên buhurî da çend tankên artêşa Rejîma Sîyonîst ên ji cura Merkava-6 bi destê komên filistînî hatine teqandin û jinavbirin.
-
UNRWA: Israyîlê dil heye me bêdeng bike
Tesrîn 23, 2024 16:15Serkomîserê Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NU (UNRWA) bal kişand ser cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê û hejmara personelên NY yên vê dawîyê hatine kuştin û birîndarkirin, di dîrokê da bêmînak zanî û got ku rejîma dagirker hewil dide dengên piştgirê Xezzeyê vemirîne.
-
Pevçûna giran a Hizbullahê himberî sîyonîstan Çend israyîlî hatin kuştin û birîndarkirin
Tesrîn 23, 2024 15:40Hizbullaha Libnanê ragihand ku di navbera têkoşerên wê û leşekrên artêşa Rejîma Sîyonîst da pevçûneke giran derketîye ku di encamê da çend leşkerên sîyonîst hatin kuştin an birîndarkirin.
-
Roja 414an a jînosayda li Xezzeyê Derbara jikarketina nexweşxaneyan da hişyarî hat dayîn
Tesrîn 23, 2024 15:15Di roja 414an a jînosayda ku Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê da dimeşîne, artêşa vê rejîmê wek artêşa terorê êrişên hovane ser filistînîyan didomîne û dîsan êrişî navendên derkankirinê yên vê herêmê kir.
-
Piştgirîya dewlet, parliman û rêvebirên Iraqê ji hikma desteserkirina serokên Rejîma Sîyonîst
Tesrîn 23, 2024 14:40Dewleta Iraqê û parliman û rêvebirên sîyasî yên vî welatî piştgirî dan hikma Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya desteserkirina Benyamîn Netanyahu Serokwezîr û Yuav Galant Wezîrê Cengê yên Rejîma Sîyonîst wek cinayetkarên cengê.
-
Peyama Iraqê bo rêxistinên navçeyî û navdewletî bi dû gefên Rejîma Sîyonîst
Tesrîn 23, 2024 12:45Bi dû gefên Rejîma Sîyonîst dijî Iraqê, Bexdayê di nameyekê da bo rêxistin û dezgehên navçeyî û navdewletî xwest ku kiryar û serederîyên destdirêjane yên Tel Avîvê bên sekinandin.