Mersaima despêkirina pêşbirka hevgirtina welatên Îslamî şeva Sêşemê bi axaftina serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Qonya yê Tirkiyê hat lidarxistin.
Bikujê 7 kesên ji malbata Kurd a li Qonyayê, Mehmet Altun ku pêr ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin, bi biryara dadgehê hat girtin û ew şandin girtîgehê.
Mehmet Altun ku gumanbarê kuştina 7 endamên malbata Kurd a li navçeya Meram a Qonyayê ye, hat desteserkirin.
Mehmet Altunê ku di vîdyoyê de eşkere bûye êrîşî malbata Kurd Dedeoglu kiriye û gişt 7 endamên vê malbatê kuştine heta niha nehatiye desteserkirin.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan ya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, sedema kuştina kurdan zimanê desthilatê ye û çeteyên hundir û derveyî dewletê bo armancên xwe yên qirêj ev komkujî encam dane.
Têkildarî kuştina 7 endamên malbateke Kurd li Qonyayê, 10 kes hatin desteserkirin.
Encûmena Serkirdatiya HDPê biryar da ku îro şandeke wan biçe Qonya, daku ji nêzîk ve agahdarî kuştina bi kom ya 7 endamên malbateke Kurd be. Herwiha CHP jî şandekê dişîne Qonyayê.
Li navçeya Meram a Qonyayê ya Tirkiyê malbata kurd a ji Qersê ya Dedeogullari roja 12ê Gulanê rastî êrîşeke nijadperestî hatibû û heman malbat careke din rastî êrîşê hat û 3 jê jin 7 kesan di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û êrîşkaran mal jî dan ber agir.