-
El-Sehaf: Em li hemberî desdirêjiya Tirkiyê xwedî bijardeyên bihêz in
Tebax 13, 2020 23:37Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku li dijî êriş û binpêkirinên Tirkiyê ew xwedî piştgiriyeke navdewletî ne û tekez kir, “Em li hember Tirkiyê xwedî bijardeyên bihêz in.”
-
Tirkiye dibêje me 5 gerîla û PKK dibêje me 7 leşker kuştin
Tebax 11, 2020 22:32Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, li Heftanînê 2 û li Avaşînê yên Herêma Kurdistanê 3 gerîlayên PKKê di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Navxwe ya wî welatî jî dibêje, li navçeya Şaxê ya Wanê di pevçûnekê de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Ji aliyê din ve PKKê ragihand ku wan 7 leşkerên Tirkiyê kuştin.
-
Iraqê li ser bombebarana civîna PKKê û Zêrevanên Sînor daxuyanî da
Tebax 11, 2020 22:17Şaneya Ragihandinê ya Emnî ya Iraqê derbarê bombebarana civîna fermandarên Hêzên Zêrevanên Sînorî yên wî welatî û PKKê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, bombebaran ji aliyê balafira Tirkiyê ve hatiye kirin û du efserên Iraqî û şofêrê otomobîla wan hatine kuştin.
-
2 fermandarên parazvanên sînor yên artêşa Iraqê ji ber bombebarana Tirkiyê hatin kuştin
Tebax 11, 2020 20:10Îhsan Çelebî, Rêveberê Nahiya Sîdekan ragihand; firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê, otomobîleke yekîneyên pasevaniya sînor ên ser bi artêşa Iraqê bombebaran kirin.
-
Kuştî û birîndarên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê
Tebax 09, 2020 22:46Wezareta Parastinê ya Tirkiyê dibêje serbazekî vî welatî li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat kuştin û 3 serbazên din jî birîndar bûn.
-
Medya nêzikî PKK'ê: "Li Heftenînê leşkerên Tirkiyê hatin dorpêçkirin: 13 leşker hatin kuştin"
Tebax 08, 2020 18:45"Li Pîrbûla ya Heftanînê leşkerên Tirkiyê hatin dorpêçkirin. Di şerê qewimî de heta niha 13 leşker hatin kuştin."
-
Şerê giran û dijwar li Heftenînê di navbera artêşa Tirkiyê û PKK de
Tebax 07, 2020 14:16Li gor Wezareta Berevaniyû ya Tirkiyê li Heftenînê ya Herêma Kurdistana Iraqê di dawîn pevçûnê de 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û PKK jî dibêje, 13 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.
-
Tirkiyê cihek 15 kîlometreyan dûrî navenda Duhokê bombebaran kir
Tebax 02, 2020 16:19Firokeyên şer ên Tirkiye devera Bagêr ku 15 kîlometreyan dûrî navenda parêzgaha Duhokê ye yekem car e bomberan dike. Otomobîlek bûye hedafa êrişê, lê bombe li tenişta rê ketiye û otomobîl derbas bûye.
-
Parêzerên Ocalan giliya xwe birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Tîrmeh 31, 2020 11:00Parêzerên rêberê zîndanî yê PKKê jibo wêdadayîna berbendên têkiliya bi zîndana Îmraliyê ra, giliya xwe birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
-
Balafirên Tirkiyê li Bamernê du otomobîlên PKKê kirin armanc
Tîrmeh 26, 2020 22:11Rêveberê Bajarokê Bamernê ji Rûdawê re ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê du otomobîlên PKKê li sînorê wê nahiyeyê kirin armanc û li gor zanyariyên destpêkê, 2 kes di nava otomobîlekê de jiyana xwe ji dest dane.