-
Fermandarekî Pêşmerge: PKKê li devera Biradost êrîşî xaleke Pêşmerge kir
May 06, 2021 13:05Fermandarekî Pêşmerge îdia kir ku li devera Biradost a ser bi nahiya Sîdekanê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser xaleke hêza Pêşmerge kirin.
-
Tirkiyê binkeyeke serbazî li çiyayê Kevresor yê Herêma Kurdistanê danî
May 04, 2021 10:52Artêşa Tirkiyê bi rêya esmanî, binkeyeke serbazî li çiyayê Kevresor yê li sînorê nahiya Kanî Masî ya Herêma Kurdistana Iraqê cîgir kir.
-
Li Metîna û Heftenînê şerên dijwar derketin
May 02, 2021 12:16Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku leşkerê wan ê li Metînayê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye. HPGê jî kuştina 3 leşkerên Tirkiyê li Heftenînê ragihand.
-
PKK û Tirkiyê amarên kuştî û birîndarên şerê li Herêma Kurdistanê belav kirin
Nîsan 26, 2021 21:24Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku, di encama êrişên li nav axa Herêma Kurdistanê bo ser navçeyên Metîna, Avaşîn û Zapê de, heta niha 31 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 leşkerên wan hatine kuştin û herwiha 6 leşker jî birîndar bûne. PKKê jî debarê şer û pevçûnan de amareke din belav kir û dibêje 19 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
-
PKKê dibêje 8 leşkerên Tirkiyê kuştine, lê ev welata tenê kuştin serbazekî piştrast dike
Nîsan 26, 2021 10:19Li Metîna di navbera Qada Zendûra û Derarê de di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer çêbû. PKKê dibêje di vî şerî de 8 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn. Leşkeran ji ber panîkê li hev reşandin û 4 leşker birîndar bûn.
-
Li Heftanîna Herêma Kurdistanê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Nîsan 23, 2021 00:09PKK'ê ragihand ku li herêma Heftanînê 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
-
Li Metîna û Bagokê 7 şervanên PKKê hatin kuştin
Nîsan 08, 2021 19:32PKK'ê ragihand ku li Metînayê di 5'ê Nîsanê de gerîlayek û di 29'ê Adarê de li herêma Bagokê ya Mêrdînê jî 6 gerîla hatin kuştin.
-
Li dijî PKKê operasyoneke nû hat destpêkirin
Adar 30, 2021 17:29Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku arteşa wî welatî, li herdu parêzgehên kurdnişîn ên Şirnex û Sêrtê li dijî şervanên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.
-
Li Batifayê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket
Adar 26, 2021 15:57Li nehiya Batifayê ya bi ser Zaxoya Herêma Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket.
-
Omer Ocalan: Divê tavilê hevdîtin bi "Abdullah Ocalan" re werin kirin
Adar 16, 2021 13:39Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan da zanîn ku ji ber rewşa tenduristiya "Abdullah Ocalan", rêberê PKK'ê bi fikar in, divê tavilê bihêlin ku pê re hevdîtinê bikin. Wî her wiha daxwaznameyek da Wezareta Edaletê ya Tirkiyê.