Elî Yêrlîkaya li ser hesabê xwe yê li twîterê nivîsî: Li 9 parêzgehên Tirkiyê 88 kes bi hinceta hevkarîya bi PKK re hatine desteserkirin.
Artêşa Tirkiyê careke din bi behaneya hebûna hêzên PKK'yê, gundewarên Qendîl û Gareyê li bakurê Iraqê dan ber bombeyan.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 6 endamên PKK'yê li bakurê Iraqê hatin kuştin.
Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê derbarê kuştina 5 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê, PKK li bakurê Sûriyê û Iraqê agahî da.
Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê ragihand ku operasyona leşkerî ya hêzên çekdar ên vî welatî li bakurê Iraqê dijî hêzên PKK'yê berdewam e.
Di dewama operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê da bi dehan kesên din bi tawana hevkariya digel PKK'yê li vî welatî hatin desteserkirin.
Hêza Asimanî ya Artêşa Tirkiyê 16 xal li bakurê Herêma Kurdistana Iraqê dan ber bombeyan.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 90 kes li vî welatî bi tawana endamtiya li PKK'yê desteser kirin.
Yekîneya dije-terorê ya Polîsê Tirkiyê vê sibê 20 endamên HDP'yê bi tawana endamtiya li PKK'yê desteser kirin.
PKK berpirsiyariya êrişa terorîstî li paytextê Tirkiyê girt istûyê xwe.