Cemîl Bayîk: Hikimdarên Tirkîyê roja îro hewcedarê kurdan û Ocalan in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355480-cemîl_bayîk_hikimdarên_tirkîyê_roja_îro_hewcedarê_kurdan_û_ocalan_in
Yek ji serokên PKKê wek berteka himber plana dewleta Tirkîyê ji bo destpêkirina demajoya aştîyê li vî welatî got: Tirkîye roja îro hewcedarê Ocalan û kurdan e.
(last modified 2025-07-24T12:10:11+00:00 )
Tîrmeh 24, 2025 13:08 Asia/Tehran
  • Cemîl Bayîk: Hikimdarên Tirkîyê roja îro hewcedarê kurdan û Ocalan in

Yek ji serokên PKKê wek berteka himber plana dewleta Tirkîyê ji bo destpêkirina demajoya aştîyê li vî welatî got: Tirkîye roja îro hewcedarê Ocalan û kurdan e.

Cemîl Bayîk endamê Konseya Rêvebir a PKKê got ku hikimdarên Tirkîyê fem kirine ku sîyasetên wan têk çûne û heke ev rêya were domandin dê qeyranên mezintir pêk bên. Alûgurên Rojhilata Navînê jî ew gîhandin vê qenaetê ku bêyî peywendîya tev kurdan û piştgirîya wan, yê çarenûseke mînanî ya impiratorîya osmanî li benda wan be.

Vî endamê Konseya Rêvebir a PKKê got: Çawan ku Mistefa Kemal bi peywendîya tev kurdan û Sovyetê karî ser bikeve, roja îro jî hikûmeta Erdogan neçar e ku pala xwe bide kurdan û Ocalan.

Wî got ku demekê Erdogan dixwest ku Ocalan û meseleya kurdan li Tirkîyê bide jibîrkirin, lê nika hikûmeta Tirkîyê hewcedarê kurdên vî welatî bûye, ji îdolojîya inkar û jinavbirina kurdan gihîştine erêkirina hebûnê.

Cemîl Bayîk hişyarî da ku demajoya aştî û demokirasîyê li Tirkîyê yê tenê bi azadkirina Ocalan serê xwe bigire.