Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku wan civîneke baş digel Wezîrê Niftê yê Iraqê hebûye ku çend roj berê serdana Hewlêrê kiribû.
Heyyan Ebdulxenî Wezîrê Niftê yê Iraqê ku di serê taximekê da serdana Hewlêrê kiriye derbarê armancên vê serdanê got, "Em ji bo lihevnêzikkirina nêrînên li ser hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê hatine Hewlêrê."
Civata Pêşeya Niftê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê miliyarek dolar deyndarê kompaniyên niftê yên biyanî ye.
Muhemed Îbrahîm endamekî berê yê Meclîsa Irqê got, "Ev deh sal in PDK qaçaxkirina niftê didomîne."
Bihaya niftê li bazarên cîhanê li pey biryara Erebstan û Rûsyayê ji bo dirêjkirina heyama kêmkirina raberkirina zêde ya niftê heta dawiya îsal, jorda çû.
Cewad Ocî Wezîrê Niftê yê Îranê roja Pêncşemiyê di duyemîn roja serdana xwe ya Moskowyê da got, "Îran rêya herî ewleh û hêsan a danûstandina enerjiyê bo avên azad ên cîhanê ye."
Cewad Ocî Wezîrê Niftê yê Îranê got, "Îran di peydakirina meydanên nift û gazê di rêza yekem a navçeyê da ye."
Eqîl Tayî Çavdêrê Meseleyên Ewlehiyê yê iraqî got, Amerîka bi firotina nifta Sûriyê li bazara qaçax pişta terorîstan li vî welatî digire.
Çavkaniyên xwecî li rojhilatê Sûriyê qala dewama talankirina nift û gaza vî welatî bi destê dagirkerên amerîkî kirin.
Li gorî rapora Malpera Energy Intelligence'ê, Firotina qaçax a nifta Herêma Kurdistanê didome û derhata wê jî ne kivş e.