SOMO: Me hîna bermîlek nift ji Herêma Kurdistanê wernegirtiye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i356212-somo_me_hîna_bermîlek_nift_ji_herêma_kurdistanê_wernegirtiye
Şirketa Neteweyî ya Firotina Nifta Iraqê (SOMO) ragihand ku heta niha me bermîleke nift ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê wernegirtiye.
(last modified 2025-09-17T11:48:03+00:00 )
Îlon 17, 2025 15:15 Asia/Tehran
  • SOMO: Me hîna bermîlek nift ji Herêma Kurdistanê wernegirtiye

Şirketa Neteweyî ya Firotina Nifta Iraqê (SOMO) ragihand ku heta niha me bermîleke nift ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê wernegirtiye.

Şirketa Neteweyî ya Firotina Nifta Iraqê ( SOMO) ragihand ku wê, hemû peyman û sozên xwe bi şîrketên bikirrê nifta Herêma Kurdistanê re bi dawî neaniye û tekez kir ku destpêkirina hinardekirina niftê ji Herêma Kurdistanê divê cih û şûna Iraqê wekî çavkaniyek sereke ji bo bazara enerjiyê ya Ewropayê  vegerîne. SOMOyê ragihand: Wezareta Niftê ya Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di çarçoveyeke hevpar de hevkariyê dikin.

Li gorî qanûna budceya 2025-an, nifta ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin wekî ya Iraqê tê hesabê û taybetmendiya wê tenê vedigere têkiliyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên ku li wir dixebitin de.Hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên hilberîner heta niha di vî warî de pêşketinên baş hebûne û hewldanên jibo rêkeftina dawiyê berdewam dikin.