Wezareta karên derve ya Rûsiyê ragihand: Propagandaya medyayî ya gêjker a Brîtanyayê nîşan dide ku ev NATOya bi rêbertiya welatên Anglûsaksûn e ku kêşeyan li Ukraynê gurr dike.
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê li ser pêwîstiya çareserkriina qeyrana navbera Mosko û Kiyêvê di çarçova rêzgirtina li yekparçetiya axa Ukraynê ji aliyê Rûsiyê va tekez kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Tu sînordariyek ji bo berfirehkirina têkiliya Îranê tev Rûsiyê tuneye û têkiliya bijare ya Têhran û Moksoyê di asta danûstandinên stratejîk da ye.
Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê gotinên vê dawiyê yên rayedarekî Tirkiyê derbarê Qezaqistanê şermezar kir û derbarê masîgirtina ji ava şêlî li Qezaqistanê hişyarî da.
Sekreterê Giştî yê NATOyê bi Wezîrên Parastinê yên Yekîtiya Ewropayê re civiya û ser mijarên ewlekariyê, bi taybetî seferberiya leşkerî ya Rûsyayê ya li nêzî sînorê Ukraynayê bi wan re gotûbêj dikie.
Televîzyona dewletê ya Yewnanîstanê îro Înê ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê li giravên bi niştecih ên wî welatî geriyan.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku eger Ewropa di derbarê endamtiya Ukaraynayê bo NATOyê de garantiya ewlekariyê pêşkêşî wan neke, dê bijardeyên wan yên din hebin.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg roja pêncşemê axifîne.
Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov diyar kir ku belavkirina çekên nukleerî ji aliyê NATO`yê ve li nêzî sînorên Belarûsyayê gef e û divê tedbîrên guncew bên girtin. Her wiha destnîşan kir ku dibe ku Rûsya bersivê bide.
Serokê Komara Azerbaycanê daxwaza berfirehkirina pêwendiyên vî welatî tev NATOyê kir.