Tebax 24, 2021 11:36
Li bajarê Nashville yê eyaleta Tennesseeya Amerîkayê ku gelek Kurd lê dijîn û jê re wek “Kurdistana Biçûk” jî tê gotin lehî rabû, li gorî berpirsan herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî winda bûne. Herwiha ji ber lehiyê bi sedan mal ziyaneke mezin dîtine.