Bernameya Wêstgehê bi pêşkêşkariya Sureya Molanî, Perîsa Nasih, Kerîm Ekberzade û Azad Îbrahîmî di du beşên Kurmancî û Soranî da tê pêşkêşkirin.
Di vê vîdyoyê da hûn dikarin nûçeyên herî nû yên siyasî, civakî, çandî, navneteweyî, Cîhana Îslamê, Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraqê temaşe bikin.
Piştî bûyerê Fermandê Giştî yê Sipahê Pasdaran û komek ji fermandên din ên sipaha pasdaran çûn cihê bûyerê yanê devera Verzeqanê Li gor rapora Fars`newê ji Tebwrêzê, Serleşker Husên Selamî, fermandarê giştî yê sipahê pasdarên inqilaba islamî û komek ji fermandarên sipahê pasdarên inqilaba islamî piştî bûyera ku ji bo helîkoptera hilgirê serokomar çûn parêzgeha Azerbaycana Rojhilat ku meselê hilkolin û fermana bilezkirina karê lêgerînê bidin. Niha civîna navenda qeyranê bi amadebûna komek wezîran
Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina digel malbatên Sipahê Pasdaran ku bi minasebeta roja jidayikbûna Îmam Riza (S) pêk hat, têkildarî bûyera ku jibo helîkoptera hilgirê serokkomar û hevriyên wî qewimiye got em hêvîdar in ku Xwedayê mezin serokkomarê rêzdar û hevalên wî vegerîne hemêza gelê me. Wî her wiha tekez kir: Divê her kes ji bo saxlemiya ev koma xizmetkaran duayê bike. Bila gelê Îranê mereqê neke ,wê di karê welat de alozî çênebe.
Serokomarê Pakistanê dilnigeraniya xwe ji Bûyera helîkoptera hilgirê Ayetullah Reîsî da diyarkirin “Asif Elî Zerdarî” ragihand: “Em ji nûçeya bûyera khilgirê serokomarê Îranê û wezîrê karên derve yê vî welatî qewimiye, dilnigeran in û ji wan re hêviya tendrustiyê dikin.