Medyayên libnanî basa binpêkirina hevhatina agirbesê ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst ve kirin.
Karbidestên Ajansa Alîkarîgîhandin û Peydakirina kar ji bo awareyên filistînî ya Neteweyên Yekgirtî(UNRWA) di raportên xwe yên dawî de rewşa niştecihên Xezzê gelek bi karesat û nebaş dane zanîn û bêdengîya civaka navnetewî di vî warî de rexne kirin.
Raporek li ser kêfxweşiya xelkê Libnanê ji ber vegera bo malên xwe piştî ragihandina agirbesê tê pêşkêşkirin.
12 kesên din ji xelkê Sûriyê di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst de şehîd bûn.
Fermandeyê Giranqedr ê Gişt Hêzên Îranê, zêdekirina amadetî û şiyana leşkerî erkê herî giring ê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi nav kir.
Tabûrên Hizbullaha Iraqê bi tekeziya ser berdewamiya piştevaniya ji xelkê Xezzeyê diyar kir ku bêhnvedana aliyeke bereya berxwedanê dê bandorê li yekdengî û yekrêziya meydanan bona rawestana li ber dijmin neke.
Duyemîn meşa piştgiriya ji doza Filistînê bi beşdariya zêde ji pênc hezar kesî ji wan balyozê Komara Îslamî ya Îranê, hejmarek ji dîplomatan û welatiyên Broniyê li paytexta vî welatî li başûrê rojhilata Asyayê hat lidarxistin.
Alîkarê karûbarê Hiqûqê û navneteweyî yê wezareta karên derve ya Îranê li hevdîtina bi rêvebirê giştî yê Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî li Laheya Holandayê tevî hişyariya derbarê bikaranîna çekên kîmyawî û çekên din ên qedexekirî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve li Filistîn û Lubnanê daxwaza lêkolîn û şopandina alûgurên têkildar ji aliyê vê rêxistinê ve kir.
Li halekê ku şerê Jînosaydê yê Rejîma Siyonîst li zîvala Xezzeyê derbasî roja xwe ya 418 emîn bûye, Wezareta Tendrustiyê ya Xezzeyê îro Çarşemiyê amara nû ya şehîd û birîndaran ragehand.
Rêberê tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê li hember ragihandina agirbesa Lubnanê û Rêjîma Siyonîst bertek nîşan da û bidestxistina vê rêketinê encama berxwedana ostûreyî ya gelê Lubnanê û berxwedana Îslamî da zanîn.