Koma têrorîst a DAIŞ`ê ku kuştina yek ji serkirdeyên xwe yên payebilind li gel 5 terorîstên din ragihandibû, piştî demeke kurt ev nûçe ji malpera xwe derxist.
Serdozgerê giştî û Înqilabê ya Tehranê amaje bi birîndarbûna 4 efserên polîs di kolana Taliganî de jî kir û got, fermanên pêwîst bo lêkolîna li ser vê dosyayê hatine dayîn û lêkolîn li ser vê bûyerê berdewam in.
Li bajarê Aden ê li başûrê Yemenê, li nêzî bazarekê teqînek pêk hat û di encamê de 35 kes mirin û birîndar bûn.
Di encama 4 teqînên duh êvarê li Efganistanê de, herî kêm 16 kes hatin kuştin û 33 kes jî birîndar bûn.
Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê Duh li dibistaneke seretayî ya Teksasê, kesekî gulle li xwendevan û fêrkaran reşandin û di encamê de 21 kes ku 18 ji wan zarok bûn kuştin.
Leşkerekî din ê Tirkiyê di encama destwerdana artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê hat kuştin.
Li navçeya Zarûşadê ser bi parêzgeha Qersê ya Kurdistana Tirkiyê, du bira hatin kuştin.
Rayedarên ukraynî dibêjin: Li Ukraynayê dibistanek bû armanca mûşeka artêşa Rûsyayê û ji 90 kesên ku ji tirsa bombebarana Rûsyayê xwe di dibistanê de veşartibûn, 60 kesan canê xwe ji dest dan.
Medyaya Filistînê şeva Pêncşemê ragihand ku di encama operasiyona berxwedanê ya li bajaroka Siyonîst a ELaadê li rojhilata Telavîvê çend siyonîst hatin kuştin û birîndar bûn.
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di encama êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin.