Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Tirkiyê di 31ê Kanûna 2020î roja pêncşemê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 237 hezar û 474 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 4 hezar û 326 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 84 milyon derbas kir.
Li Tirkiyê Ji pêr heta duh 158 hezar û 103 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 12 hezar û 203 kes pozîtîf derketin, 212 kesan canê xwe ji dest da.
Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi armanca pêşîlêgirtina vîrusa koronayê xebatên xwe berdewam dike.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 225 hezar û 143 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 988 hezar û 838 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Li Tirkiyê Ji pêr heta duh 184 hezar û 415 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 15 hezar û 692 kes pozîtîf derketin, 254 kesan canê xwe ji dest da.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 212 hezar û 481 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 969 hezar û 408 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê kêm bû. Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku di 24 saetên dawîn de li herêmê 43 kes bi koronayê ketine.
Yekem Waksena Koronayê ya îranî ya çêkirî ji aliyê lêkolerên îranî va bi derzîlêdana li ser kesên xwebexş hat nimandin.