Ji pêr heta duh, li Tirkiyê ji ber Kovîd-19ê 212 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322798-ji_pêr_heta_duh_li_tirkiyê_ji_ber_kovîd_19ê_212_kes_mirin
Li Tirkiyê Ji pêr heta duh 158 hezar û 103 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 12 hezar û 203 kes pozîtîf derketin, 212 kesan canê xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 02, 2021 05:24 Asia/Tehran
  • Ji pêr heta duh, li Tirkiyê ji ber Kovîd-19ê 212 kes mirin

Li Tirkiyê Ji pêr heta duh 158 hezar û 103 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 12 hezar û 203 kes pozîtîf derketin, 212 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Tirkiyê Ji pêr heta duh 158 hezar û 103 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 12 hezar û 203 kes pozîtîf derketin, 212 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 158 hezar û 103 test hatin kirin, testa 12 hezar û 203 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 24 milyon û 114 hezar û 760î.

Ji pêr heta duh 212 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 21 hezar û 93yan.

Ji pêr heta duh bi temambûna dermankirin/xilasbûna karantînaya 14 hezar û 110 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 114 hezar û 760. Hejmara nexweşên rewşgiran bû 3 hezar û 891.