-
55 masîgirên îranî yên girtî li Îmaratê serbest hatin berdanê
Tîrmeh 14, 2026 15:02Balyozxana Îranê li Ebûzebiyê di daxûyaniyekê de ragihand: 55 masîgirên îranî ku li Îmaratê hatibûn girtinê wanê vedigerin welêt, 14 kes ji wan masîgiran ji riya deryayê vegeryane Îranê û yên mayî jî biryar e ji riya esmanî ve vegerin welêt.
-
Îran û Oman derbarê rêvebirina hatûçûn û geştên deryayî li Tengerêya Hormizê şêwirîn
Tîrmeh 12, 2026 17:56Gotûbêjên Wezîrên Karên Derve yên Îran û Omanê, bi armanca hevahengiya di navbera her du welatên perravî yên Tengerêya Hormizê da, derbarê rêzikên rêvebirina hatinûçûn û geştên deryayî li vê tengerêyê, roja Şemîyê li Mesqetê hat lidarxistin.
-
Berdevkê Artêşê: “Amerîkayî divê pabendî xalên lêktêgihîştinnameyê bin”
Tîrmeh 12, 2026 17:51Berdevkê Artêşê, bi gotina wê yekê ku destwerdanên Amerîkayê ji bo pêkanîna rêyeke neqanûnî li Tengerêya Hormizê bûye sedema bêewlehiyê, tekez kir: “Hêzên çekdar bi awayekî bihêz, li Tengerêya Hormizê, mafên gelê Îranê diparêzin. Amerîka jî çêtir e ku hevpeymanên xwe nexe ber bêewlehîtiyê.”
-
Peyama Rêberê Mezin ê Şoreşê di medyayên cîhanê da bi awayekî berfireh deng veda
Tîrmeh 12, 2026 17:48Peyama Hezretê Ayetullah Seyîd Micteba Hisêniyê Xamineyî, Rêberê Mezin ê Şoreşa Îslamî, derheq beşdariya berfireh a gel di merasima birêkirina Rêberê Şehîd ê Şoreşê da û tekeziya li ser domandina berxwedan û tolhildana xwîna şehîdan, dengvedaneke berfireh li medyayên navdar ên Amerîkayê hebû.
-
Meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd li Kerbelaya Pîroz hat birêkirin
Tîrmeh 08, 2026 18:38Rêûrisma birêkirina meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd, hezretê Îmam Xamineyî û malbata wî ya şehîd, piştî birêkirina bicoş li bajarê pîroz ê Necefa Eşref gihîşte Kerbelaya Pîroz.
-
Biryageha Navendî ya Xatemul Enbiya: “Jêdera her cûre piştgirîya ji artêşa dagirker a Amerîkayê armanca me ya rewa ye”
Tîrmeh 08, 2026 18:06Biryageha Navendî ya Xatemul Enbiya (S) di daxûyaniyekê da ragihand: “Jêdera her cûre piştgirîya ji artêşa dagirker a Amerîkayê armanca me ya hêzên çekdar e.”
-
Wezareta Karên Derve derheq binpêkirina Lêktêgihîştina Îslamawayê ji aliyê Amerîkayê va daxuyaniyek da
Tîrmeh 08, 2026 15:10Wezareta Karên Derve ya Îranê, bi daxuyaniyekê kiryara Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê ya betalkirina rawestandina demkî ya cezayên firotina nifta Îranê wek mînaka binpêkirina eşkere ya benda 10ê ya lêktêgihîştina Îslamawayê zanî û ragihand ku dûhatên vê bêsoziyê ser ustiyê Amerîkayê ne.
-
Meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd bi awayê sembolîk li Keraçiyê hat birêkirin
Tîrmeh 08, 2026 15:06Hevdem digel birêkirin û xatirxwestina ji meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd li Tehran, Qum, Necefa Eşref û Kerbelaya Pîroz ku bi awayekî berfireh li medyayên Pakistanê û torên civakî yên vî welatî deng veda, rêûrisma birêkirina sembolîk a tabûtê Rêberê Ummeta Îslamî li navçeya Melîrê ya bajarê Keraçiya Pakistanê jî hat lidarxistin.
-
Rêûrisma birêkirina meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd li Necefa Eşref hat lidarxistin
Tîrmeh 08, 2026 11:50Rêûrisma birêkirina meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd, Hezretê Ayetullah Ozma Seyîd Elî Xamineyî (Qedesellahu nefsehuzzekiye) li Necefa Eşref bi beşdariya bicoş a iraqiyan hat lidarxistin.
-
Eraqçî: Tevî hebûna gefan, muzakireya ji bo rêkeftina dawiyê nayê destpêkirin
Tîrmeh 07, 2026 21:06Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî amadebûna di rê û rsima oxirkirina rêberê mucahid ê şehîd ê Şoreşê got: Ne gel û ne jî Hêzên Çekdar ê wêrek ên me ji ti gefekê natirsin.