Çekdarên Koma Talibanê wîlayeta Qunduzê ya li bakurê Efxanistanê kontrol kirin.
Bi biryara Serokomarê Amerîkayê Joe Biden, balafirên cengê yên Amerîkayê ji cureya B-52 û Lockheed C-130 baregehên Koma Talîbanê li Efxanistanê bombebaran dikin.
Çekdarên Talîbanê îro înê Dawa Xan Menapal, berpirsê herî payebilind yê medyaya dewleta Efxanistanê li Kabulê teror kir.
Koma Talîbanê êrişa ku duh li dijî wezîrê parastinê yê Efganistanê li Kabulê pêk hatibû, girt ser xwe û gefa “operasyonên tolhildanê” xwar.
NY’yê ragihand ku di şerê 24 saetên borî de di navbera hêzên Efganistan û Koma Talîbanê de bi kêmanî 40 sivîl hatin kuştin.
Serokomarê Efganistanê Eşref Xenî, Amerîka sebebkarê şerxwaziyên Koma Talîbanê û dagirbûna gelek ji deverên Efganistanê bi destê vê komê da zanîn.
Wezareta Karûbarên Derve ya Efganistanê bertek nîşanî serdana şandeya Koma Talîban a Çînê da.
Şandeyek ji koma Talîban li ser vexwenameyeke fermî, berê xwe da Çînê.
Berdevkê Koma Talîbanê Zebîhullah Mucahid dibêje, “Em rê nadin ku Tirkiyê leşkerên xwe li Efxanistanê bihêle.”
Mûlewî Xeyrullah endamê payebilind ê taxima gotûbêjker a Talibanê di sefera bo Îranê da di gotûbêja bi Press TV'yê da dibêje: Peywendiya me tev Komara Îslamî ya Îranê ji ber alîkarî û hevkariya me bi hev ra ye.