Terorîstên DAIŞê li du deverên parêzgeha Kerkûkê êrişî hêzên Iraqî kirin û çend serbaz û polîs kuştin.
Rêveberiya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê qala têkçûna êrîşeke xwekujiyê li ser avahiya Rêveberiya ewlehiya neteweyî ya parêzgeha Kerkûkê li bajarê vî welatî kir.
Şeva borî li agir bi wargeha Hay City ya bajarê Kerkûkê ket û ziyaneke mezin ê darayî derket holê. Lê ziyanên canî çênebû û berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Kerkûkê jî derbarê şewatê de agahî dan.
Berdevkê rêveberiya polîsê Kerkûkê ragehand, şaneyeke veşartî ya rêxistina terorîst a DAIŞê hate girtin.
Berpirsê Sengerê Rojavayê Kurkûkê ya Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Nûrî Heme Elî ragihand ku li navça Pirdê sê mûşek ber bi aliyê hêzên pêşmerge hatin avêtin, lê ti ziyank li wan neketiye.
Li sînorê parêzgeha Kerkûkê 4 binke û penagehên çekdarên rêxistina terorîst hatin dîtin ku teqemenî û xorak û niwîn têde bûn û piştre jî hatin jinavbirin.
Li sînorê bajarokê Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê, bo dûrxistina metirsiya DAIŞê helmetek û operasyoneke leşkerî bo peydakirin û girtina terorîstên DAIŞê destpê kir.
Çavkaniyeke ewlehiyê duh roja duşemê 15.03.2021ê ragihandiye; hêzeke Hevpeymaniya Navdewletî li nehiya Qerac li nêzîkî nehiya Sergeran di navbera parêzgehên Neynewa û Kerkûkê de hatiye bicîkirin.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand; hêzên ewlehiyê du planên DAIŞê yên armanckirina çend deverên Kerkûk û Enbarê pûç kirine.
Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê ragihand ku hêzên çekdar di operasiyona Sar ul-Şuhedayê li başûrê parêzgeha Kerkûkê karîn baregeha sereke ya DAIŞê li vê navçeyê keşf bikin.