Li Daqûqê terorîstekî DAIŞê hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i326068-li_daqûqê_terorîstekî_daiŞê_hat_girtin
Duh li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê terorîstekî DAIŞê di malekê de hat girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2021 06:35 Asia/Tehran
  • Li Daqûqê terorîstekî DAIŞê hat girtin

Duh li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê terorîstekî DAIŞê di malekê de hat girtin.

Qaymeqamê bajarokê Daqûqê, Loys Xizir ji BasNewsê re got ku hêzên polîs û artêşa Iraqê terorîstekî DAIŞê girtin ku xwe di malekê de veşartibû.

Loys Xizir da zanîn, hêzên ewlehiyê ew terorîst bi xwe re birin Kerkûkê.

Efserekî polîsê Daqûqê bi navê Wehab Mihemed jî ji BasNewsê re got, wî terorîstî bê rizamendiya xwedanê malê xwe di mala wî de veşartibû.