Li Kerkûkê de endamên şaneyeke veşartî ya DAIŞê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i325592-li_kerkûkê_de_endamên_şaneyeke_veşartî_ya_daiŞê_hatin_girtin
Berdevkê rêveberiya polîsê Kerkûkê ragehand, şaneyeke veşartî ya rêxistina terorîst a DAIŞê hate girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2021 08:34 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê de endamên şaneyeke veşartî ya DAIŞê hatin girtin

Berdevkê rêveberiya polîsê Kerkûkê ragehand, şaneyeke veşartî ya rêxistina terorîst a DAIŞê hate girtin.

Berdevkê rêveberiya polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji BasNewsê re ragehand: Şaneya veşartî ya DAIŞê ji 7 kesan pêkdihat û ji aliyê hêzên îstixbarat û fermandariya operasyonên Kerkûkê ve hatin girtin.’’

Amir Nûrî amaje bi wê yekê jî kir ku endamên şaneya veşartî ya DAIŞê duh 13.04.2021ê hatin girtin.

Piştî ku artêşa Iraqê û pêşmergeyên kurd bi alîkariya Îranê DAIŞ li Iraqê têk birin  û deverên dagirkirî ji aliyê vê koma terorîst azadkirin paş mayên vê komê dîsa van salên dawiyê li Iraqê û Şamê bi taybet di nav sînorê Kerkûkê de  dest bi tevgerê û birêxistinkirina şane û grubên terorîstî kirin.