Hevkara me ya raportêr xanima Nesrîn Hatemî li Husêniyeya Irşadê raporek li ser beşdariya pirrcoş a karbidestên welêt, çîn û qatên curbicur ên xelkê û kêmîneyên olî li dewra 14`an a hilbijartinên serokomartiya Îranê amade kiriye.
Dewra 14`an a hilbijartina serokomartiya Îranê, ji bo kivşkirina nehemîn serokomarê Îranê, sibeha îro li 59 hezar navendên wergirtina dengan li nav welêt û 95 navendên li derveyî welêt destpê kir.
Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî got: Bila xelk ji bo beşdariya li hilbijartinan dudiliyê neke.
Erkantiya Hilbijartinan a Îranê qala dirêjkirina heyama dengwergirtinê heta saet 22:00 li seranserî welêt kir.
Bernameya Taybetî Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariya Îranê bi pêşkêşkariya hevkarê me Cimoyê Merûf. Di vê beşê da em raporekê ji Ûrmiyê bibînin.
Pêvajoya dengdayînê ji bo Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê ji saet 8ê vê sibê va li seranserî welêt dest pê bûye.
Berdevkê Erkantiya Hilbijartinan a Îranê qala dirêjkirina heyama dengwergirtinê bo 2 saetan li seranserî welêt kir.
Muhemed-Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Mistefa Pûr-Mhemedî û Mesûd Pizişkiyan çar berbijêrên herî dawî yên Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariya Îranê îro bi amadebûna li navendên dengwergirtinê, dengê xwe avêtin nav sindoqê.
Hevkarên me yên pêşkêşkar û raporter kêlî bi kêlî û gav bi gav nûçe û raporên têkildarî Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê bi rêya Kanala Sehera Kurdî pêşkêş dikin.