Merasima salvegera koça dawî ya melekûtî ya Îmam Xumeynî îro Şemiyê bi beşdariya hogir û hezkiriyên mîmarê mezin ê Înqilaba Îslamî û hezkiriyên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li tirba paqij a hezretê Îmam Xumeynî (RE) bi xwndina hin ayetên Qurana Kerîm dest pê kir.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî salvegera 33an a koça dawî ya Îmam Xumeynî (RE) da got: Li Komara Îslamî hokara gel hokara gelekî girîng e û dijmin dê nekarin gel bidin hemberî nîzama îslamî.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Îmam Xumeynî (RE) rûhê Komara Îslamî ye. Eger ev rûh ji Komara Îslamî were standin, dê wek neqşeke li dîwêr bimîne.
Sekreterê Erkantiya lidarxistina merasima salvegera 33an a koça dawî ya Îmam Xumeynî (RE) qala axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê merasimê da kir.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî boykot wek çeka hêzxurtan li hemberî welatan da zanîn û tekez kir: Berçavgirtina hêz û potensiyelên navxweyî çeka boykotan bêbandor dike.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê ji ber candana hejmareke welatiyên îranî di bûyera diltezîn a ketina avahiyekê li bajarê Abadanê yê parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê sersaxî da.
Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina digel endamên meclisa şêwra îslamî destnîşan kir: Şoreşger mayî ji şoreşgeriyê girîngtir e.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hewildana ji bo zêdekirina nifşê û cewanbûna hêzên mirovî yên welêt û peydakirina rêkarê ji bo rizgarkirina welêt ji pêşeroja tirsnak a pîrbûna nifûsê siyaseteke bingehîn û ji erkên pêwîst da zanîn.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî karker wek stûna sereke ya xêveta berhemanînê da zanîn û got: Karker di rêza pêşîn a sekinîna hemberî dijmin rawestiyan.