Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku wan civîneke baş digel Wezîrê Niftê yê Iraqê hebûye ku çend roj berê serdana Hewlêrê kiribû.
Endamekî Komîsyona Cotkariyê ya Parlamana Iraqê ser pêwîstiya kontrolkirina derbasgehên nefermî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve û çavdêriya ser xebata wan teqez kir.
Berpirsê Ofîsa Hevahengî û Çavdêriyê ya Herêma Kurdistana Iraqê got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên miaşgiran rêkeftinek digel Bexdayê heye."
Konseya Mamoste û Karmendên Nerazî yên Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê du bi daxuyaniyekê ragihand ku ewê careke din li ber avahiya Zanîngeha Silêmaniyê xwenîşandan li dar bixin.
Heyyan Ebdulxenî Wezîrê Niftê yê Iraqê ku di serê taximekê da serdana Hewlêrê kiriye derbarê armancên vê serdanê got, "Em ji bo lihevnêzikkirina nêrînên li ser hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê hatine Hewlêrê."
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana Iraqê dîsan ketiye ber êrîşa bi xwefirran.
Çavkaniyên ewlehiyê yên iraqî ragihandin ku, Artêşa Tirkiyê hevdem digel dewama şêrr li Xezeyê, bazineya hejemonî û hejmara hêzên xwe li bakurê Iraqê zêde dike.
Qasim El-Erecî Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê ragihandin ku wan du kamp li Hewlêr û Silêmaniyê ji bo bicihkirina endamên komên dijberê Îranê ava kirine.
Mehmod Xoşnav endamê YNK'yê got: Pêwîst e Qanûna Bûdceyê ya sala 2023an bi taybet beşa miaşa Karmendan were çaksazîkirin.
Civata Pêşeya Niftê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê miliyarek dolar deyndarê kompaniyên niftê yên biyanî ye.